Li Hamura navçeya Agriyê di nav birayan da şerê çekdarî derket, kesek hat kuştin 2yê wan giran 6 kes birîndar bûn.
Di navbera Bîşar û Cemîl Gençê birayên hev in li Taxa Kumbetê da niqaş derket û demekê şûnda vegeriya şerê çekdarî.
Di şerê bi dar û keviran jî dewam kir da Ahmet Elçiyê zavayê Cemîl Genç birîndar bû û birîna wî kur bû. Elçî li dewsa bûyerê mir.
2yê wan rewşa wan giran 6 kesên di şer da birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li Hamûr û Agriyê.
Hat ragihandin ku piştî şer kesên hê nayê zanîn kî ne agir berî mal û loda kurê Bîşar Genç dan.
Ekîbên polês û cendirmeyan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan.
AA