Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 33 pileyî va li Ağrıyê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî derbas bibe, germa hewayê wê 2 û 4 pileyan ji şertên demsalê zêdetir bibe.
Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Ağrıyê 33, li Ardahan û Karsê 27, li Erzurumê 25, li Iğdırê 15 û li Erzincanê 13 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 3, di binê sifirê da li Ardahanê 12, li Ağrıyê 10, li Karsê 5, li Erzurum û Iğdırê 2 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê ji navendên xweşiqitandinê li Palandokenê 105, li Sarîqamişê 56 û li Konakliyê 44 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li herêmê serê sibê û bişev qeşa, cemed, mij û moran tê payîn û li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî û rayedar baldar bin û tevdîra xwe hildin.
AA