Heyva sor di cejn û erefatê de jî alîkariya welatiyan kir. Endamên komeleyê li kolan û kuçeyên Ağrıyê geriyan, li gorî hewcedariyên welatiyan, nan, av û maske dan wan.
Bi dehan endamên xwe li kolan û kuçeyên Ağrıyê geriyan.
Him cejna welatiyan pîroz kirin him jî ji ber qedexeya derketina derve hewcedariyên wan safî kirin.
Endamên Heyva Sor li taxên bajêr nan, av û ji bo zarokan jî şekir belav kirin.
Heyva sor nexweş jî ji bîr nekirin.
Dilxwazên komeleyê li nexweşxaneyan cejna nexweşan jî pîroz kirin.