Li Agriyê zarok di betlaneyê da bi telîsên komirê xwe ji ciyên hevraz dişemitînin û kêf dikin.
Li navçeya Taşliçayê ku berf û serma heye zarokên tên bal hev û bi telîsên komirê xwe ji ciyên hevraz dişemitînin û kêf dikin.
Zarokên guh nadin serma û seqemê ji bona kêf bikin bi telîsên komirê xwe ji ciyên hevraz dişemitînin.
Ji zarokan Emrah Taştan got ku em di betlaneyê da derdikevin ciyên bilind û bi telîsên komirê xwe ji ciyên hevraz dişemitînin.
Taştan diyar kir hewa zehf sar e û wiha axivî: "Hewa carna di bin sifirê da 25 pile ye. Ji bona di betlaneyê da bi hevalên xwe ra kêf bikin û bilizîn em derdikevin ciyên bilind û li ser berfê bi telîsên komirê xwe ji ciyên hevraz dişemitînin. Em carna jî bi teştan xwe dişemitînin û kêf dikin."