Li Ahlata Bitlisê çêkirina baxçeyê gel dest pê kir. Projeya ku li ser talîmata Serok Recep Tayyip Erdoğan tê çêkirin wê sala pêşiya me xilas bibe û bikeve xizmeta xelkê xelatê.
Xelat navçeyeka dîrokî ye û bi cih û warên xwe yên dîrokî û behra xwe ya paqij bi nav û deng e.
Niha li navçeya dîrokî Baxçeyê Gel jî tê çêkirin.
Baxçe li ser 135 hezar metreçarçîkî tê avakirin û dema xelas bibe wê li herêmê bibe baxçeyê Gel ê herî mezin.
Çêkirina Bexçeyê Gel dest pê kir û di projeyê de cih û warên geştê, qadên etno sporê û avahiyên xwendin û bêhnvedanê jî hene.
Şaredarê Ahlatê Mümtaz Çoban:Ev der berê qada me ya çalakiyan û festîvalê bû. Çalakiyên me yên li virê berê demkî bûn lê ji îro û şûn de wê gelê bajarê me, xelkê Muş û Wanê jî karibin bên vêderê. Em vê derê dikin qada Baxçeyê Gel. Di nav baxçeyê me de wê mizgeft, cih û warên xwendinê, bêhnvedanê, qadên spore û ên etno sporê hebin. Gelê me wê karibe 12 meh were baxçe û li vir bêhna xwe vede.
Baxçe wê sala pêşiya me bê vekirin û gelê Xelatê û derdorê tev karibin ji baxçe îstifade bikin.