Li Ahlatê pîrozbahiyên ji bo 950.salvegera Serfiraziya Malazgirtê

Li Ahlatê pîrozbahiyên ji bo salvegera 950yî ya Serfiraziya Malazgirtê dest pê kirin

Li Ahlatê pîrozbahiyên ji bo 950.salvegera Serfiraziya Malazgirtê

Li Xelata navçeya Bitlîsê di çarçoveya salvegera 950yî ya Serfiraziya Melezgirê da merasiman dest pê kir.

Li texma Çarhoyê "Otaxa Xelatê 1071 Siltan Alparslan" hat vegirtin û Walî Oktay Çagatay di merasima li Bexçeyê Miletê hat kirin da axivî û got ku 950 sal berê rojek wek îro Siltan Alpasrlan û egîtên pê ra bûn li Xelatê kom bûn û derbasî Malazgirtê bûn û van deran ji wan ra kirin welêt.

Di berdewamiya axaftina xwe da Çagatay got: "Wisa li hev hatiye ku 100 sal berê rojek wek îro jî Gazî Mustafa Kemal Ataturk bi Serfermandariyê va li Sakaryayê kesên dixwestin me ji vê derê derxin ra têkoşiya, e wan têkbir û ev der ji bo me wek welêt hişt."

Walî Çagatay dia li bav û kalên evder wek welêt hiştine ra kir û şehîdan jî bi bîr anî.

Şaredarê Xelatê Abdulalîm Mumtaz Çoban jî Siltan Alparslan di serî da ji hemû şehîdan ra dia kir û got ku ewê vê dîrokê hertim li ser pê bihêlin.

Di merasimê da tevlî Walî Çagatay, Fermandarê Cendirme yê Bajêr Tuxgeneral Naîl Îlbey, Rektorê Zanîngeha Bîtlîs Erenê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş, Serdozgerê Komarê yê Bitlîsê Alî Îhsan Akdogan, amirên saziyan, gelek welatiyên xwemalî û biyanî jî beşdarî mersimê bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE