Li Ahlatê wextê rakirina geniman e

Li gorî texmînan wê îsal ji 250 hezar donim erdî 70 hezar ton genim bê hilanîn

Li Ahlatê wextê rakirina geniman e

Li Ahlata Bitlisê, wextê dirûtina geniman hat. Îsal li navçeyê 250 hezar donim erd hatiye çandin. Li gorî texmînan wê jê 70 hezar ton genim were hilanîn.

Bîçer ketine zeviyên geniman û bi rojan dixebitin.

Ev der Ahlata Bitlisê ye.

Li Ahlatê îsal 250 hezar donim genim hatiye çandin.

Welatî her sal di vî wextî de dest bi berhevkirina genim dikin.

Li gorî texmînan wê îsal ji Xelatê 70 hezar ton genim were rakirin.

Welatî dibêjin ku îsal genimên wan ji yên salên berê baştir in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE