Biryara operasyona li ser rojhilatê Firatê ji bo sivîlên ku axa xwe terikandine bû hêviyeke mezin. Xelkê Telebyadê ku ji ber zextên terorê hatiye kaniya xezalan a Rihayê, piştgiriyeke mezin dide operasyonê. Penaberên Sûriyeyî dixwazin herêm ji terorê were paqijkirin û ew car din vegerin axa xwe.
Alayên Tirkiye û Artêşa Sûriya Azad rakirin û rêxistina teror PKK/PYD şermezar kir.
Penaberên Sûriyeyî yên li Kaniya Xezalan a Rihayê ku bi eslê xwe Ereb û Tirkmen in, li dijî rêxistina terorî PKK/PYDê çalakî li dar xist.
Rîspiyê Tirkmen Ömer Dede li hemberî Emerîkayê jî aciziya xwe nîşan da ku muxalifên Sûriyeyî tehdît dike û dibêje: ”Neçin qada şer”
Rêxistina terorî li Rojhialta Firatê herêmeke 45 hezar kîlometreçarçikî dagir kir, milyonek û nîv mirov neçar man ji warên xwe derkevin.
Amadehiya operasyonên eskerî, ji bo penaberan jî bû hêviyek.
Wê bi hezaran kes dîsa vegerin ser axa xwe, cem kom û malbata xwe. Amadehiyên operasyonên li ser rojhilatê Firatê didomin. Sûriyeyî ji li bendê ne.