Li Akçaqeleyê rojane ji bo hezar hewcedarî xwarina germ

Ekîbên Şaredariya Akçaqeleyê xwarinên ku amade kirin berî fitarê li hewcedarên li navçeyê dijîn ku Sûriyeyî jî di nav wan da hene belav dike.

Li Akçaqeleyê rojane ji bo hezar hewcedarî xwarina germ

Şaredariya Akçaqeleyê di meha remezanê da her roj xwarina germ dibe mala hezar kesên hewcedar.

Ekîbên Şaredariya Akçaqeleyê xwarinên ku amade kirin berî fitarê li hewcedarên li navçeyê dijîn ku Sûriyeyî jî di nav wan da hene belav dike.

Şaredarê Akçaqeleyê Mehmet Yalçinkaya ragihand ku rojane alîkariya xwarinê didin hezar kesî û wiha axivî: 

"Em bi cehda Dewleta Erebistana Siûdî û Komeleya Zem Zemê rojane xwarina germ li hezar kesên hewcedar û birayên xwe yên Sûriyeyî belav dikin. Înşeallah dê berdewama wê jî bê û bêtir alîkariyên me çêbin. Hemû hewldana me ew e ku seranserê meha remezanê nanek û şorbeyek daynin ser sifreya birayên me yên ku biçûk û mezin ji welatên xwe hatine kirin. Em hemû bi hev ra wek misilman dê ji bo vê pirsgirêkê çi ji destê me bê bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE