Li Aksarayê serwêsa karkeran û texsî li hev qelibîn, di qezayê da 16 kes birîndar bûn û rewşa 4 kesan giran e.
Serwêsa karkeran a bi pîlaqeya 68 S 0197 ya Alî Sarikaya diajot û texsiya bi pîlaqeya 68 AAK 958 a Adem Doganay diajot li kîlomêtreya 5an a rêbejaya bajarokên Arotol-Yeşîlovayê li hev qelibîn.
Di qezayê da 16 kes birîndar bûn û rewşa 4 kesan giran e.
Birîndarên di texsiyê da asê mabûn jî bi destê xebata ekîbên AFAD û agirkujiyê hatin derxistin.
Ekîbên serwêsa acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Eqrebeyên qezezedeyan hatin dewsa bûyerê û ji xwe va çûn.