Li Almanyayê çalakiya dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin

Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

Li Almanyayê çalakiya dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin

Li Almanyayê Maide Tya dayika Nilufer Tya ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin, çalakiya xwe ya ji bo bigihîje keça xwe da destpêkirin, didomîne.

Dayik Maide Tya ku çalakiya xwe li ber Serokwezîriyê didomîne diyar kir ku hê jî ji keça wê xeber tune û ji bêdengiya peywirdarên Alman jî gilî kir.

Maide Tyê di çalakiya xwe ya îro da diyar kir ku ew dixwaze li ser şehîdkirina 13 welatiyên Tirk a li Iraqê biaxive û her wisa got ku rêxistina terorê PKKyê rûyê xwe yê qirêj li Gareyê nîşan da.

Maide Tyê got ku gava wê xebera şehîdan bihîst, ew zehf giriya û wiha dewam kir, "Herî baş ez wan malbatan fêm dikim ku li Gareyê şehîd bûn. Ez nikarim vê êşê terîf bikim. Tu tiştek bi qasî wê yekê giran nîne ku mirov ewladê xwe wenda bike. Serê wan sax be. Xwedê kedereke din nede."

Maide T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji malê derket û got, "Ez diçim dibistanê", xeberê nastîne. Dayika dilşewat ku 3 meh e çalakiyên xwe didomîne, berî niha li ber komeleya nêzîkî PKKyê ya bi navê Navenda Kurdistaniyên li Berlînê, li Deriyê Brandenburgê ku li navenda bajêr e û li ber Meclisa Federal çalakî kiribû û xwestibû ku keça wê ji destêrêxistina terorê were xilaskirin.

Maide T. ji sibata 2020î vir va li dijî rêxistina terorê PKKyê çalakiyê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE