Di "Operasyona Yildirim 5ê" ya li Çiyayên Amanosan hat kirin da çek, cebilxane û amûrên jiyanê yên terorîstên PKKyê hatin bidestxistin.
Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajarê Hatayê agahî hildan ku li gundewara navçeya Hassayê çek, cebilxane û amûrên jiyînê yên terorîstên PKKyê di bin erdê da veşarî hene û li ser vê jî operasyonê hat kirin.
Di xebatên kontrolkirin û lêgerînê da gelek çek, cebilxane û amûrên jiyanê yên PKK-KCKya rêxistina terorê hatin bidestxistin.
Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Hassayê va ekîban amûrên wek delîl tên hesibandin hildan bin parastinê û amûrên din jî tevlî embarên lê dihatin veşartin, îmhe kirin.
AA