Li Amasyayê otobêseke rêwiyan wergeriya û 2 kes tê da mirin, 35 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan ya ku Halîl Polat diajot, plaqa wê 34 JC 5917 ye û aîdê Şaredariya Bakirkoyê ye, li texma Çaryana Yassiçalê ji kontrolê derket û wergeriya kêleka rê.
Gelek polês, cendirme û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Ayten Aksoy (49) û Ahmet Metînê ku di bin otobêsê da man, mirin.
Di qezayê da 35 kes jî bi ambulansan va rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sabuncuoglu Şerefeddîn ya Zanîngeha Amasyayê û Nexweşxaneya Dewletê ya Merzîfon Karamustafa Paşayê.
Hat gotin ku kesên ku di otobêsê da bûn li Mesudiyeya navçeya Orduyê beşdarî merasima cinaze bûne û vedigeriyan Stenbolê.
AA