Li Ankarayê ekîbên ewlekariyê dest danîn ser berhemên dezenfektanê yên qaçax.
Ekîbên polêsan di encama xebatên dijî hilberîn û firotina berhemên dezenfektanê yên qaçax da di kontrola kargeheke li Herêma Pîşesaziya Organîze Îvedîkê ya li Yenimahalleyê da hat tesbîtkirin ku dezenfektanên destan ên yek lîtreyî hene.
Herwiha tu belgeyeke erkdariyê ya hilberîna ji bo van berheman jî nehat dîtin.
Li ser vê yekê ekîban di lêgerîna li kargehê da di hundirê qoliyan da 3 hezar û 476 lître solusyona paqijkirina dest, çerm, erd û rûber, 30 lître alkola etîl û 6 hezar û 70 etîket bi dest xistin.
Berşik E.E ku hat binçavkirin û bo ewlekariyê hat birin, piştî miemeleya edlî hat berdan.AA