Li Ankarayê civîna li ser Sûriyeyê

Koma Xebatê ya Sûriyê ya Tirkiye-Emerîkayê Civîna xwe ya 3. dike...

Li Ankarayê civîna li ser Sûriyeyê

Li Enqereyê rewşa dawî ya nexşerêya minbic û rojhilatê firatê tê xeberdan. Bi beşdariya desteyên Tirkiye û Emerîkayê li ser sûriyê civîna 3yemîn a xebatê tê kirin.

Serokatiya civînê ji Tirkiyeyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Önal, ji Emerîkayê jî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey dike.

Rayedarên keşkerî yên her du welatan jî di civînê de cih digirin.

Di civînê de mijara herî girîng rewşa dawî ya nexşerêya Minbicê ye.

Çav li rê ne derbarê hebûna PKK/PYD/YPG’ê ya li herêmê de ji Emerikayê re cardin aciziya Tirkiyê bê gotin. Wekî din wê bê xwestin rêxistina terorî ji herêmê bi temamî derkeve.

Di civînê de mijara cihên çavdêriyê ku Emerîka dixwaze li rojhilatê Firatê ava bike jî wê bê nirxandin.

James Jeffery, piştî hevdîtinên li Enqereyê wê derbasî Urdinê bibe.

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE