Li Pursaklara navçeya Ankarayê di garaja apartmanekê da cesedê 3 ciwanan hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên polêsan îxbar hildan ku li apartmaneke 3 qatî ya li Kolana Orhanxazî ya Taxa Yunus Emreyê bûyera bijehrîketinê heye li ser vê çûn dewsa bûyerê.
Ekîban di garaja apartmanê da 3 ciwanên li serdê dirêjbûyî dîtin.
Ekîbên tenduristiyê di lêkolînê da dîtin ku 3 ciwanên 15-20 salî mirine.
Malbatên ciwanan xeber hildan û li ser vê ji xwe va çûn.
Ekîbên polêsan der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.AA