Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Libyayê Fethî Başaxa û Wezîrê Karên Navxweyî û Ewlehiya Neteweyî yê Maltayê Byron Camîllerî ra hevdîtineke sêalî kir.
Başaxa û Camîllerî li ser vexwendina Wezîr Akar bi ziyareteke fermî va hatin Tirkiyeyê.
Civîna sêalî li Wezareta Parastina Neteweyî çêbû.
Akar ewil yek bi yek bi wan ra hevdîninek kir û paşê bi Başaga û Camîlerî ra hat bal hevdu.
Di civînê da Akar, Başaga û Camîllerî li ser mijarên herêmî, parastin û hevkariya ewlehiyê axivîn û xebatên feydeya wan bigîhîje aştî û îstiqrara herêmî jî nirxandin.
AA