Li Ankarayê operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê

Li Ankarayê  di operasyonda dijî DEAŞa rêxistina terorê da 18 şikbar hatin binçavkirin.

Li Ankarayê operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr jê 18 ji Iraqê, 2 ji Sûriyeyê tevahî 20 şikbarên biyanî yên eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye tespît kirin.

Li ser vê tîman operasyonên hevdem kirin û 18 şikbar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin eleqeya wan bi herêmên pevçûn lê çêdibin ra heye.

Piştî kontrola wan a tenduristiyê tîman ew anîn Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Ankarayê û îfadeya wan hildidin.

Ji bo 2 şikbarên fîrar kirine jî bên girtin xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE