Li dijî "şaxa mehrem a ewlehiyê" ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) li Ankarayê operasyon hat kirin û 18 gumanbar hatin girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê hat dayîn, der heqê 23 personelên ewlehiyê yên ku ji wezîfeya qamûyê hatin derxistin û sivîlekî da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di operasyona ku li navenda Ankarayê û navçeyên wê hat kirin da 18 gumanbar hatin binçavkirin. Ji bo girtina bersûcên din xebat didomin.
AA