Li Ankarayê trêna sotemenî barkirî ji rayan derket

Li Sîncana navçeya Ankarayê trêna sotemenî barkirî ji rayan derket û rêhesin ji hatin û çûnê re hat girtin.

Li Ankarayê trêna sotemenî barkirî ji rayan derket

Li Sîncana navçeya Enqereyê trêna ku sotemenî barkirî ji rayan derket û ji ber bûyerê rêhesin ji hatin û çûnê re hat girtin. 

Li gor agahiyên ku hatin hildan, trêna ku di vagonên wê da sotemenî hebû li tanga binerêya Çaglayênê ji ber sedemeke nayê zanîn ji rayan derket. 

Piştî bûyerê gelek tîmên îtfaiye û Midûriyeta Rewşa Acil Afetê (AFAD) şandin herêmê. 

Tîman tespît kir ku trên û 4 vagonên wê ji rayan derketine. 

Tîmên Rêhesina Dewletê ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) ji bo ku vagonên din jî welnegerin tedbîr hildan. 

Ji ber qezayê xeta rêhesinê ji hatin û çûnê hat girtin û ji bo vekirina xetê xebat didomin. AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE