"Li Antalyayê 45 kargehan di şewatê da zirar dît"

"Avahiyên xisara mezin dîtine wê bên hilweşandin, avahiyên nû wê bên çêkirin. Ji bo avahiyên kêm xisar dîtine jî piştgiriya temîrê wê bê dayîn"

"Li Antalyayê 45 kargehan di şewatê da zirar dît"

Wezîr Karên Derva Mevlut Çavuşoglu derbarê şewata li Antalyayê û xisara ku ji ber şewatê çêbûyî de axivî

Ji daxuyaniya Çavuşoglu;

 "(Antalya) Hejmara taxên tesîra şewatê lê çêbûye 59, hejmara avahiyan 3 hezar û 231, hejmara beşên xweser jî 6 hezar û 359 hatin tesbîtkirin."

"Avahiyên xisara mezin dîtine wê bên hilweşandin, avahiyên nû wê bên çêkirin. Ji bo avahiyên kêm xisar dîtine jî piştgiriya temîrê wê bê dayîn"

 "AFADê 400 konteyner anî herêma me. Jê 207 hatin avakirin, îro jî 31 heb wê li taxên cuda bên avakirin."

 "(Şewatên li Antalyayê) Di 1238 malan da zirara eşyayan heye. Tevahî zirareke 34 milyon û 596 hezar lireyî hat tesbîtkirin."

"Li Antalyayê 45 kargehan di şewatê da zirar dît. Walîtiyê îro wê ji gelekan ra alîkariyê bide."

"(Şewatên li Antalyayê) 93 wesayîtan xesar hilda, ji van 16 traktor in, jê 4 hatin teslîmkirin, yên mayî wê werin teslîmkirin."

"(Şewatên li Antalyayê) 20 hezar dekar qada çandiniyê zirar dît. Baxçeyên wek zeytûn, henar, narenciye, defne û xernûfê yên şewitîne wê ji nû va bên çêkirin"

 "(Şewatên li Antalyayê) Li 43 taxên ku lê heywandariyê dikin, 11 milyon lire zirar hat tesbîtkirin, wekî eynî an jî neqdî em ê yek û yek van ziraran bidin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE