Li Antalyayê di belemekê da 120 biyanî hatin girtin

Li Antalyayê di belemekê da 120 biyanî hatin girtin

Li Alanyaya navçeya Antalyayê 120 biyaniyên hewil dan dereqanûnî derkevin dervayî welêt, hatin girtin.

Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Qeraxan ku li peravên Alanyayê dewriye digerandin, tesbît kirin ku di belema bi navê "Yaman 2014" da komeke qerebalix heye.

Hat tesbîtkirin, di belema ku hat rawestandin da 120 penaber hene ku piraniya wan Sûriyeyî ne û dixwazin dereqanûnî derkevin dervayî welêt.

Ekîban penaber vegerandin û li Bêndera Alanyayê ji belemê peya kirin, ji bo ku bo Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bên radestkirin, teslîmî ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE