Li Antalyayê di heman demê da kêfa behr û berfê

Li Antalyayê di heman demê da kêfa behr û berfê

Li paytextê turîzmê Antalyayê, li Navenda Kaşûnê Saklikentê ya li navçeya Konyaaltiberfa ewil a demsalê barî û her wiha li qeraxa naveyê jî welatî ketin behrê.

Beşeke Saklikenta ku navenda kaşûn û turîzmê ye, bûkaniya spî li xwe kir.

Midûrê giştî yê Mountain Resort Hotel û Kompleksa Kaşûnê ya Saklikentê Hasan Sevindi diyar kir ku li navenda kaşûnê ya 45 kîlometre dûrî navenda bajêr, sibê zû dema ew ji xewê hişyar bûn, ew çav bi barîna berfê ketin.

Sevindi diyar kir ku sitûriya berfê bi qasî 5 santîmetreyî ye û wiha dewam kir, "Di demeke ku mirov li zîrweyê dikare goga berfê bilîze da însan li qeraxê dikevin behrê. Ev yek jî ew xweşiya Antalyayê ye ku li tu ciyekî tuneye."

- Di mijdarê da kêfa behrê

Li Plaja Konyaaltiyê jî kesên ku dixwazin ji behrê mehrûm nemînin, dikevin ava hênik a Behra Spî. Li bajarê ku germahiya hewayê 18, germahiya ava behrê jî 23 pile ye, welatî dikevin behrê û ji xwe ra kêf dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE