Li Antalyayê di nexweşxaneyekê da teqîn

Li Antalyayê unîteya qilîmayê ya nexweşxaneyeke taybet teqiya, di teqînê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Antalyayê di nexweşxaneyekê da teqîn

Li Antalyayê unîteya qilîmayê ya nexweşxaneyeke taybet teqiya, di teqînê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku îxbar hat kirin li Yildiza taxa Muratpaşaya navçeya Antalyayê di nexweşxanyeke taybet da teqîn çêbû, gelek ekîbên polês, agirkujî û 112 Servîsa Acil sewqî dewsa bûyerê kirin.

Hat destnîşankirin ku dema xaza unîteya qilîmayê ya li banê nexweşxaneyê dihat tijîkirin teqîn çêbû, Arîf Dalê personelê nexweşxaneyê yê 30 salî mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku Dal ji vir 2 meh berê zewiciye.

Hat destnîşankirin ku rewşa tenduristiya birîndarên ku li heman nexweşxaneyê tên dermankirin baş e.

Ahmet Akozê eqrebeyê nexweşekî jî got ku teqîneke mezin çêbû ji tirsê xwe ji nexweşxaneyê avêtin derva.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Hezîran 2019, 12:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE