Li Antalyayê dîsa bablîsok çêbû

Li taxa Salur a navçeya Kumlucayê 5 kes birîndar bûn

Li Antalyayê dîsa bablîsok çêbû

Pêr li Antalyayê bablîsok û firtone qewimîbû. îro dîsa ba rabû û baran barî. vê sibê li kumlucayê bablîsokeke nû çêbû. ji ber bobelatê 5 xebatkarên sûriyeyî ku di baxçeyan de dişixulîn, birîndar bûn. her wiha zirar gihişt bostan û baxçeyên fêkiyan.

Pêr li Antalyayê bablîsok çêbûbû.

Îro sibê dîsa dubare kir.

Li taxa Salur a Kumlucayê ji ber bablîsokê 5 xebatkarên di kulûbeyê de, birîndar bûn.

Xebatkarên Sûriyeyî ji bo tedawiyê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kumlucayê.

Hat ragihandin, rewşa birîndaran baş bûye.

Bablîsoka ku 15-20 saniye dewam kir, zirar da bostan û baxçeyên pirteqalan; kêranên cereyanê wergeriyan.

Li Antalyayê ji şevê û vir ve baran û bahoz dewam dike.

Di 24 seatên dawî de li navçeya Kemerê 102, li navenda Antalyayê jî serê metrekareyekê 84 kîlo baran barî.

Leza bayê di seatê de, li Finikeyê 85, li navend û Serika Antalyayê 77, li Manavgatê jî gihişt 74 kîlometreyê.

Li gorî Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêmê, bayê tund wê heta êvarê dewam bike.

Ji bo Buse Acara ku bi erebeya xwe wergeriyabû çem û winda bûbû jî xebatên lêgerînê dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE