Li Antalyayê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê da 4 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Di navbera Aksekî û Cevizliyê da du otomobîlên ku plaqeyên wan û nasnameyên ajokaran hê nediyar in, li hev qelibîn.
Li ser îxbara qezayê gelek ekîbên tenduristî û îtfaiyeyê şandin ciyê bûyerê.
Eşkere bû ku di qezayê da 4 kes mirin, 2 jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aksekiyê.