Li Antalyayê hewla şêlandina bankeyê

Kesê çekdar yê li Antalyayê hewl da ku şaxeke bankeyê bişêlîne hat qanekirin û peyra hat binçavkirin.

Li Antalyayê hewla şêlandina bankeyê

Kesê çekdar yê li Antalyahewl da ku şaxeke bankeyê bişêlîne hat qanekirin û peyra hat binçavkirin.

Li Konyaaltiya navçeya Antalyayê ji ber ku kesekî çekdar hewl da ku şaxeke bankeyekê bişêlînê gelek polês sewqî ciyê bûyerê kirin.

Li gor agahiyan, bûyer li ser Kolana Konyaaltiya li taxê Bahçelîevlerê şaxeke bankeyê qewimî.

Kesekî çekdar xwest şaxa bankeyê bişêlîne û xebatkarên bankeyê derxistin derva û li ser îxbarê Midûriyeta Ewlehiya Bajêr gelek polês sewqî ciyê bûyerê kirin.

Li derûdorê bankeyê tedbîrên berfireh hatin hildan.

Tîmên Heraketa Taybet jî li herêmê bona operasyonê hatin bicîkirin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE