Li Manavgata navçeya Antlayayê midîbusa tûrê ya ku turîstên Ûris tê da bûn, wergeriya û tê da 3 kes mirin, 16 kes birîndar bûn.
Li çaryana Sîdeyê ser rêya D-400î midîbusa tûrê ya ku Nacî Dîrlîk diajot û plaqeya wê 31 KJL 49 e û turîstên Ûris tê da bûn, pêşiyê li bariyeran ket, paşê derbasî şirîda din bû û wergeriya.
Li ser êxbara kesên derdorê gelek ambulans û polês sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da turîstên Ûris Tiagushcheva Nadezhda (71), Melnîk Taras (35) û Moshko Anna mirin.
Şofêr Nacî Dîrlîk û 15 turîstên Ûris birîndar bûn û ew bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Cinazeyên turîstên Ûris jî birin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.
Ji ber qezayê di rê da demekê qerebalixî çêbû.AA