Li Antalyayê operasyona li dijî fetö’yê

Di operasyona hevdem de 27 kes hatin binçavkirin

Li Antalyayê operasyona li dijî fetö’yê

Li Antalyayê di operasyonên hevdem ên li dijî rêxistina terorî ya fetulahçiyan de 27 kes hatin binçavkirin. Tê îdiakirin ku bersûcan ji bo veşartina endamên rêxistinê cih peyda kirine û alîkarî dane wan.

Navnîşan hatin tespîtrkirin.

Berê sibê zû operasyon dest pê kir.

Derî bi gurzan hatin vekirin, bersûc yek bi yek hatin girtin.

Ewlekariya Antalyayê li dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahçiyan bi awayekî hevdem avêt ser 27 navnîşanan.

Di operasyonan de 27 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ji 27 bersûcan derbarê 12 kesên binçavkirî de li dadgehên cuda biryarên lêgerînê hene.

Di lêgerînên li navnîşanên bersûcan de gelek amûrên dijîtal, 3 nasnameyên sexte, nêzî 10 hezar dolar û gelek amûrên rêxistinî hatin bidestxistin.

Tê îdiakirin kesên hatin binçavkirin ji bo veşartina endamên Fetoyê ku derbarê wan de biryara lêgerînê heye, cih û mal peyda kirine û hewcedariyên wan cihan jî bi xwe anîne cih.

Her wiha hat diyarkirin ev kes ligel sûcdarên FETÖyê yên ji girtîgehê derdikevin têkilî datînin û di malan de jî civînên rêxistinî li dar dixin.

Di operasyoneke din a li Antalyayê de jî 5 kesên ku di nav rêxistinê de payebilind in û xwe di malên rêxistinê de vedişartin, hatin girtin.

Di 3 operasyonên cuda yên li dijî malên rêxistinê de nasnameyeke sexte, 17 hezar û 450 lîre, 500 dolar, 710 Ewro, 7 telefonên bêrikê, 2 qertên hefizeyê, 6 qertên telefonan, 3 tablet, 3 modem û 2 jî CD hatin bidestxistin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE