Li Antalyayê otobêseke xebatkarên otelekê dibir û dianî ji rê derket û qeza kir, 17 kes birîndar bûn.
Li navçeya Konyaaltiyê li taxa Topçamê otobêsa ku şofêrê wê Adem Şahan û plaqeya wê 07 KR 931 bû ji ber baranê şiqitî û qeza kir.
Li gor agahiyên ewil şofêr jî di nav da 17 kes birîndar bûn.
Tîmên Rewşa Acil a 112yê hatin cihê bûyerê.
Hat ragihandin otobêsa ku qeza kir xebatkarên otelekê dibir û dianî.
AA