Li Antalyayê piştî nimêja înê xutbeya hat xwendin wergerandin zimanê erebî û îngilîzî.
Li mizgefta Haci Zahîde Tamînceyê miftiyê navçeya Serîkê Îbrahîm Keser xutbe xwend.
Di dema xwendinê xutbeyê da axaftin li ser ekranên dijîtal di heman demê de hem wergerandin zimanê erebî û hem jî yê îngilîzî.
Miftiyê Serîkê Îbrahîm Keser daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji welatên derva mêvanên biyanî jî tên herêmê û ji ber vê yekê wergerandina xutbeyê tiştekî baş û girîng e.
Keser diyar kir ew ê heman xizmetê li mizgeftên navçeyê yên din jî wê bidin.