Li Ardahanê 400 kewên gozel berî çolê dan

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ardahanê ya DKMPyê kewên gozel ên di wesayîtan da anîn li deverên curbecur ên navend û navçeyê berî çolê dan.

Li Ardahanê 400 kewên gozel berî çolê dan

 Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê (DKMP) di çarçoveya "Bernameya Heywanên Kovî Berî Çolê Dan"ê da li Ardahanê 400 kewên gozel berî dehlê dan.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ardahanê ya DKMPyê kewên gozel ên di wesayîtan da anîn li deverên curbecur ên navend û navçeyê berî çolê dan.

Kewên hatin berdan ewilî li deverên lê danîn, li der û dorê mêze kirin û paşê her ku çû bi firê ketin û ji cihê hatin berdan dûr ketin.

Qaymeqamê Çildirê Fatîh Bayram jî li navçeyê tevlî berdana kewên gozel bû û ji xebatkarên DKMPyê û hemû kesên bo parastina siruştê hewl didin ra spas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE