Li Ardahanê berfa ewil a salê barî

Li navenda bajarê Ardahanê berfa ewil a salê barî...

Li Ardahanê berfa ewil a salê barî

 Berfa ewil a salê li navenda bajarê Ardahanê  barî.

Li bajêr duh danê êvarê barana ku dest pê kir ber bi şev cihê xwe ji berfê ra hişt.

Heta ber destê sibehê berfa ku car bi car barî çar aliyê bajêr xemiland.

Şêniyên bajêr ên ku serê sibehê ji xewê rabûn berî dest bi kar û bar bikin berfa li pêşiya mal û dikanên xwe û ser wesayîtên xwe paqij kirin.

Ji ber berfê li navenda bajêr guliyên hin daran jî şikestin.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2018, 10:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE