Li Ardahanê li nêçîrvanên qaçax 16 hezar lire ceza hat birîn

Welatiyên dîtin ku li çil û çiyayên Karliyaziya gundê Goleyê hin kes derketine nêçîra teyrên baz li ser vê haya ekîbên Midûriyeta Şaxa Ardahanê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê pê xistin.

Li Ardahanê li nêçîrvanên qaçax 16 hezar lire ceza hat birîn

Li Ardahanê li 2 welatiyên Sûriyeyê yên bi qaçaxî derketibûn nêçîra teyrên baz 16 hezar û 136 lire ceza hat birîn.

Welatiyên dîtin ku li çil û çiyayên Karliyaziya gundê Goleyê hin kes derketine nêçîra teyrên baz li ser vê haya ekîbên Midûriyeta Şaxa Ardahanê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê pê xistin.

Ekîb hatin herêmê û li 2 welatiyên Sûriyeyê yên bi qaçaxî derketibûn nêçîra teyrên baz cezayê peretî yê îdarî birîn.

Ozgur Arslanê Midûrê Şaxa Ardahanê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê daxuyanî da û diyar kir ku welatiyên bîrewer pêşî li nêçîrvaniya qaçaxî birîn û wiha axivî: "Di vê mijarê da welatiyên bîrewer û cendirme gelekî piştgiriyê didin me. Ji wan ra sipas dikim. Ya rastî ev ji bo jiyana me ya tebiî tê kirin."

Arslan diyar kir ku li nêçîrvanên qaçax 16 hezar û 136 lira ceza birîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE