Li Artûkluyê avahiyên betonarme tên xerakirin

240 avahiyên ku ne li gorî mîmariya Mardinê ne wê bên xerakirin

Li Artûkluyê avahiyên betonarme tên xerakirin

Li Artûkluya Mêrdînê avahiyên betonarme tên xerakirin. Walîtî û Şaredariyê 240 avahiyan tespît kirin. Li şûna avahiyên ku wê bên xerakirin, avahiyên kevirî dê bên çêkirin.

Ekîb derketin Mêrdîna jor ku xaniyên beton tespît bikin.

240 avahiyên betonarme ku ne li gorî mîmariya Mêrdînê ne hatin tespîtkirin.

Walîtî û Şaredariya Mêrdînê wê van avahiyan xera bike û li şûna wan xaniyên bi keviran dê werin çêkirin.

Xebatkaran pêşî dibistaneke betonarme û lojmaneke saziyê hilweşandin.

Bi vê projeyê tê xwestin ku mîmariya dîrokî ya Mêrdînê were parastin û turîzma bajêr geş bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE