Li Artvînê ji ber barana gur kesek mir 3 kes jî winda bûn

Waliyê Artvînê Yilmaz Doruk daxuyand li navçeya Yusufeliyê di lehiyê da kesek mir 3 kes jî winda bûn

Li Artvînê ji ber barana gur kesek mir 3 kes jî winda bûn

Li Yusufeliya navçeya Artvînê ji ber barana gur lehî û hezaz çêbû kesek mir û 3 kes jî winda bûn.

Ji ber barana gur li herêma şantiyeya Bendava Yusufeliyê hezaz çêbû, zinar û axê rêya Erzirom û Artvînê girt.

Waliyê Artvînê Yilmaz Doruk hat navçeya Yususeliyê, li hermê geriya û ji rayedaran agahî hilda.

Doruk daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: "Êvarê dora saet 19.30an da lehî çêbû. Li herêma şantiyeyê ya Bendava Yusufeliyê. Xebatkarekî şantiyeyê mir. Malbatek jî winda ye, dê, bav û zarok bi hev ra winda ne. Xebatên me yên lêgerînê dewam dikin."

Walî Doruk got zirareke mezin heye, gelek wesayît di binê ax û heriyê da mane, li şantiyeyê jî cihê ofîs û razanê ya karkeran xisareke zêde heye.

Doruk got karker hatine texliyekirin û wiha dewam kir: "Rêya Artîn û Erziromê girtî ye. Di hundirê tunelê da gelek ax û herî heye û xwaqijkirina vê wê demekê bikşîne. Ji ber vê welatiyên me yên ji Artvînê diçin Erziromê divê rêyeke din bi kar bînin."

Qaymeqam Omer Faruk Ozdemir, Midûrê Herêma DSÎyê Celal Tokalak, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albay Bahtiyar Yilmaz jî bi Walî Doruk ra herêmê geriyan.

Li herêmê tîmên AFAD û cendirmeyan bi kuçikên şopê dibînin va 3 kesên winda digerin.

Tîmên rêbejayê, DSÎ, Îdareya Taybet a Bajêr û AFADê xebat dan destpêkirin ku rê û tunelan vekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE