Li Avaşînê 4 terorîstên PKKyî yên di şikeftekê da teslîm bûn

Li Avaşînê 4 terorîstên PKKyî yên di şikeftekê da teslîm bûn

Eskerên artêşa Tirkiyeyê operasyon bir ser şikefta li girê 1917 mêtro bilindahiyê ya li Avaşîna herêma li bakurê Iraqê û şikefta wekî depo dihat bikaranîn zeft kirin. Di operasyonê da 4 terorîstên di şikeftê da xwe veşartibûn teslîm bûn û dîmenên wan hatin kişandin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî hatin sitandin Herekata Pencik Yildirimê ya li bakurê Iraqê li gor planan dewam dike.

Eskerên yeko yeko dikevin şikeftên terorîst xwe tê da vedişêrin li gor îxbara ji qadê tê û îfadeyên terorîstên tên derdestkirin bi teyareyên bêmirov operasyonan didomînin.

Di vê çarçoveyê da hat tesbîtkirin ku şikefteke li Avaşînê bi destê terorîstan tê bikaranîn û li ser vê operasyon hat kirin.

Qomando bi firokeyan peyayê nêzî şikefta di nav kevir û zinaran da bûn û di demeke kin da qad dorpêç kirin.

Qomandoyan bangî teorîstên di şikeftê da kirin ku teslîm bibin. Terorîstan dîtin ku rêyek li ber wan nema sîlahên xwe danîn û teslîm bûn.

4 terorîstên ji şikeftê derketin teslîm hatin hildan û di lêgerîna şikeftê da gelek sîlah û cebilxane hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE