Li Avtenga Stenbolê serê sibê mij û dûman çêbû.
Li navçeyên Beykoz, Sariyer, Uskudar, Beşîktaş û Kagithaneyê li cihên bilind û nêzîkî Avtenga Stenbolê serê sibê mij û dûman çêbû.
Mij û dûman bi taybetî li ser Pireya Fatih Sultan Mehmet û Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê çêbû. Ji ber mij û dûmanê çûyîn û hatina keştiyên transît ji bo demekê li Avtenga Stenbolê hat rawestandin.
Di seferên keştiyên ÎDO û Xetên Bajêr da tu pirsgirêk çênebû.
Li navçeya Kagithaneyê ji ber mijê di trafîkê da mesafeya dîtinê pir teng bû û di hatin û çûyînê da derengî çêbû.
AA