Li Aydinê xebatên vemirandina şewata daristanê dewam dikin

Li Taxa Akçaovayê xebatên vemirandinê dewam dikin.

Li Aydinê xebatên vemirandina şewata daristanê dewam dikin

Li Çîneya navçeya Aydinê hewl tê dayîn ku şewata di 6ê tebaxê da li daristanan derketibû bê vemirandin.

Li Taxa Akçaovayê xebatên vemirandinê dewam dikin.

Ji bilî ekîbên Midûriya Dezgeha Daristanê û Şaredariya Mezin a Aydinê welatî jî hewl didin ku şewat bê vemirandin.

Xebatan şev ji bejahiyê dewam kir, serê sibê jî ji esman firokeyan piştgirî da.

Gelê herêmê bi tankên avê, motor û makîneyên kar va piştgiriyê didin xebatan.

Li Yatagana navçeya Muglayê di 6ê tebaxê da daristan şewitî bû û paşê pekiyabû Çîneya navçeya Aydinê. Li gor agahiyên ewil di şewatê da qadeke 500 hektarî zirar dîtibû. Ji ber şewatê hin malên herêmê hatibûn texliyekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE