Yekîneyên îstixbarata cendirmeyan û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) li navenda navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê operasyon birin ser DEAŞa rêxistina terorê û tonek teqemenî hat girtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî li ser agahiya ku li navenda navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê îmalatxaneya bombeyan ya DEAŞê heye yekîneyên îstixbarata cendirmeyan û MÎTê bi alîkariya pisporên teqemeniyê tevî hêzên herêmî derketin operasyonê.
Di operasyonê da terorîstên DEAŞê ku dixwestin li Sûriye û Tirkiyeyê çalakiyên bombeyê bikin tevî teqemeniyan hatin qefaltin.
Di lêgerîna li îmalatxaneyê da tevî amûr û melzemeyên di teqemeniyan da tên emilandin qederê tonek teqemenî jî hat girtin.AA