Li Bağlarê tesîsa asfaltê hat avakirin

Ev tesîs dikare salê 600 hezar ton qîrê hilberîne

Li Bağlarê tesîsa asfaltê hat avakirin

Ji alîyê Şaredariya Rezana Amedê ve tesîseke asfaltê hat avakirin. Bi saya vê tesîsê êdî wê bi mesrefekî kêm qîr û zift were bidestxistin. Rêyên tax û gundên Rezanê jî dê di nav du salan de werin asfaltkirin.

Şaredarîyê Rezana Dîyarbekirê li taxa Kortepeyê di nav sînorê şaredarîyê de li ser qadeke mezin tesîseke dewasa ya qîr û asfaltê ava kir.

Ev tesîs dê pêwistîya herêmê ya qîr û asfaltê dabîn bike. tesîs dikare salê 600 hezar ton qîr hilberîne û xizmeteke mezin bide herêmê.

Şaredarê Rezanê Huseyîn beyoglu dest nîşan kir ku di nav du salan de dê bi saya vê tesîsê li Rezanê rêyên bêqîr nemînin.

Di vê tesîsê de him dê kevirên reş ên Qerejdaxê werin hûrkirin him jî wê ji van keviran zift û asfalt were çêkirin.

Tesîs bi beşdarîyeke mezin hat vekirin û dê di rojên pêş de dest bi xizmetê bike.

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE