Li Bajarê Antîk ê Tharsayê xebatên kolan û paqijkirinê

Li Bajarê Antîk ê Tharsayê yê li Adıyamanê xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin

Li Bajarê Antîk ê Tharsayê xebatên kolan û paqijkirinê

Li Adiyemanê li Bajarê Antîk ê Tharsayê yê ji serdema Romayê yê ku tê da 60 merzelên teht hene, xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin.

Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan li nêzîkî gundê Kuyuluyê di dema dewamkirina xebatan da der heqê dîroka deverê da agahî dan rojnamegeran.

Alkan destnîşan kir, li Bajarê Antîk ê Tharsayê li qada ku merzelên teht lê ne xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin û her wiha bangî ziyaretvanên ku tên bajêr jî kir ku bên dîtina bajarê antîk.

Alkan diyar kir, li bajarê antîk ê ji serdema Romayê 60 merzelên teht hene û wiha dewam kir, "Li vê qadê bi kolanên ku me di sala 2021ê da kirin va paqijiya qedera 20 odeyên merzelan hat kirin. Îsal jî em dixwazin paqijiya piraniya odeyên merzelan kuta bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE