Li bajarê Kars xebatên personelên ceyranê

Di şert û mercên dijwar de diçin têlên ceyranê tamîr dikin

Li bajarê Kars xebatên personelên ceyranê

Li bajarê Karsê personelên ceyranê dever bi dever digerin û pirsgireka ceyranê yên gund û gundewarên safî dikin.

Hin caran bi hedikan…Hin caran jî hespan…

Diçin ser dîregên ceyranan û pirsgireka ceyranê safî dikin.

Ev der bajarê Karsê ye.

Ji ber şert û mercên zivistanê li herêmê gelek caran ceyran qut dibe.

Personelên ceyranê jî ji bo welatî bêceyran nemînin, dever bi dever digerin û pirsgireka ceyranê hal dikin.

Lê hin caran ji ber pûk û hahozê karên wan gelek zehmet dibe.

Ji aliyê din jî cihên ku dûr in gundî jî hespên xwe didin wan û ew bi hespan diçin.

Her çiqas karê wan dijwar bibe jî ji bo ku xelk bêceyran nemîne xebatên xwe bênavber didomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE