Li bajarê kibabê di rojê da 6 ton goşt tê xwarin

Li Adanaya bi kibaba xwe ya tescîlkirî tê zanîn dikanên sektora xwarin û vexwarinê di çavrçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da bi sîstema serwêsa pakêtê û hildanê dixebitin ji ber vê jî li bajêr di rojê da 6 ton kibab li mal û dikanan tê xwarin.

Li bajarê kibabê di rojê da 6 ton goşt tê xwarin

Li Adanaya bi kibaba xwe ya tescîlkirî tê zanîn dikanên sektora xwarin û vexwarinê di çavrçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da bi sîstema serwêsa pakêtê û hildanê dixebitin ji ber vê jî li bajêr di rojê da 6 ton kibab li mal û dikanan tê xwarin.

Li bajarê bi kibaba Adanayê ya tescîlkirî û xwarinên izxareyê tê zanîn di çaçroveya tevdîrên Kovîd-19ê da xurekê wekî paket dişînin navnîşanan an jî kesên dixwazin dikarin bi xwe ji dikanan pakêtên xwe hildin.

Li bajêr beriya nexweşiyê di rojê da 30 ton goşt dixistin kibab û ji ber ku li dikan û loqanteyan xwarin û xurek hat qedexekirin êdî 6 ton goşt tê xwarin.

Li bajêr kêmzêde 40 hezar porsiyon kibab wekî pakêt tê firotin.

"Ji ber ku hînî serwêsa pakêtê bûn kêfxweş in"

Şefîk Arslanê Serokê Odeya Esnafên Loqante û Kibabê ya Adanayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beriya nexweşiyê li loqante û kibabfiroşan di rojê da 30 ton goşt dihat xwarin.

Arslan destnîşan kir ku tedîrên hijyenê zêde kirin û wiha axivî: "Nika bi tenê sîstema serwêsê û hildana pakêtan va di rojê da 5-6 ton goşt tê xwarin."

Arslan got ku xwediyên loqante û dikanên kibabê zû hînî sîstema pakêtê bûn û wiha pê da çû: 

"Di sîstema serwêsa pakêtê da kurye dixebitin, esnafê ku bi wan lazim bûn kurye hildan kar. Esnafê me motorsîklet jî kirîn. Heke pêvajo dirêj bibe dikarin derbasî sîstemeke bi pergal jî bibin. Berê dihatin li loqanteyê nan dixwarin ji ber vê sîstema pakêtê kêm bû. Dibe ku pêvajoyê welatî hînî serwêsa pakêtê kir, em kêfxweş in."

Yaşan Aydinê kibabfiroş got di pêvajoya Kovîd-19ê da ji ber sîstema pakêtê û hatin û hildanê li ser karê wan tesîreke neyînî hîş û wiha axivî: "Adana tê meneya 'cineta kibabê'. Li dinyayê meriv ji bo kibabê Adanayê tercih dikin, tên kibabê dixwin."

Mustafa Dagoluyê 36 sal e kibabfiroşiyê dike jî diyar kir ku piraniya personelên wan di serwêsa pakêtê da dest bi xebatê kirin, guh didin tevdîrên Kovîd-19ê û xizmetê didin mişteriyên xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE