"Li bajarê me gelek dexl û danê stratejîk hene"

Çelîk diyar kir ku ber û berekata îsal ji ya hêvî dikirin zêdetir e û wiha pê da çû: 

"Li bajarê me gelek dexl û danê stratejîk hene"

Li Bidlîsa wekî hewzeya kartolan a Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê zanîn hedef ew e ku îsal ji kartolan 260 milyon lire dahatê qezenc bikin.

Rifat Çelîkê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bidlîsê li Xelatê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku kêmzêde 2 meh li Bidlîsê kartolan derdixin û hema bêje hatin asta dawîn.

Çelîk diyar kir ku ber û berekata îsal ji ya hêvî dikirin zêdetir e û wiha pê da çû: 

"Li bajarê me gelek dexl û danê stratejîk hene. Ji wan yek jî kartol e. Di heman demê da nebateke endustriyel e. Xelat jî tev li ser 45 hezar dolim erdî kartol hatin danîn. 315 cotkarên em kartolan hêşin dikin û îsal rekolteya me 200 hezar ton e. Kêmzêde 15 cotkarên me li 7 hezar dolim erdî 45 hezar ton kartolê bi sertîfîka danîn. Kartolên bi sertîfîka bi destê cotkarên me tên kirîn û zêdebariya wan jî îxracî bajarên din û dervayê welêt dikin. Li bajarê me di meha nîsanê da dest bi danîna kartolan dikin û hetanî mijdarê kar li zeviyan dewam dike. 4 hezar kes tên îstixdamkirin. Kêmzêde ji sedî 5ê hewcedariya kartolan a welatê me ji bajarê me tê dîtin. Tevkariya kartol didin bajarê me 260 milyon lire ye."

Çelîk got ji bo cotkarên kartolan ji sedî 50 hîbeyê va depo ava kirin û wiha axivî: "Me ji bo avdana şexsî jî piştgiriya sîstema avdanê da. Me par bi tevahî 15 milyon lire piştgirî da cotkarên kartolan."

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE