Li Bajarê Semsûrê hefteya turîzmê

Xwendekaran dora Bajarê Dîrokî Perreyê pakij kir, pişt re govend gerandin

Li Bajarê Semsûrê hefteya turîzmê

Li Bajarê Semsûrê di çarçoveya hefteya turîzmê de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de xwendekaran ewilî derdora bajarê dîrokî perreyê paqij kir pişt re govend gerandin.

Navbera 15 û 22ê Nîsanê hefteya turîzmê ye.

Di çarçoveya heftaya turîzmê de li bajarê Semsûrê çalakiyek hat lidarxistin.

Xwendekarên Zanîngeha Semsûrê çûn Cihê Dîrokî Perreyê û paqij kirin.

Rêvebirên bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn.

Xwendekaran pişt re li navenda bajêr govend gerand û kêf kirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Nîsan 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE