Li bajarên geştiyariya çandê Diyarbekir û Mêrdînê qerebalixiya eydê

Li bajarên geştiyariya çandê Diyarbekir û Mêrdînê qerebalixiya eydê

Li herdu bajarên dîrokî yên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê herwekî di Eyda Remezanê de, di Eyda Qurbanê de jî bû navenda geştiyaran.

Li Diyarbekirê cihên weke surên dîrokî, Komelgeha Muzeya Navkelehê, Mizgefta Mezin, Pira Dehderî û Xana Hesanpaşa, li Mêrdînê cade û kolanên dîrokî, Muzeya Mêrdînê, Medreseya Qasimiyê, Dêra Zaferanê û gelek cihên din, di eydê ji geştiyaran eleqe dîtin.

Cîgirserokê Lijneya Nunertiya Herêma Mezoptamyayê ya Yekîtiya Acentayên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Serdar Baturay ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku di Eyda Qurbanê de qerebalixiyeke berbiçav dîtine, rêjeya geştiyarên xwemalî û biyanî yên ku vê Eyda Qurbanê hatin Diyarbekirê li gorî Eyda Remezanê zêde bûye.

Baturay destnîşan kir ku qerebalixiya eydê li gorî hêviyên wan bûye, bi awayekî baş geştiyarên xwemalî û biyanî ezimandine.

Baturay wiha got, "Nuha em eydeke baş derbas dikin. Esnafên me, otelvan, turîzmvan, hemî alî kêfxweşin. Dê sala bê jî vêderê navenda cazîbeyê be."

Fatima Zehra Kirkilaya 32 salî ku ji Mexribê bi mebesta dîtina hevalên xwe yên zanîngehê hatiye Tirkiyeyê, serdana Diyarbekirê kir û kêfxweşiya xwe ji vê anî ziman.

Kirkilayê destnîşan kir ku cara yekê ye tê Diyarbekirê û ewê vêderê tewsiyeyî hevalên xwe bike.

- "Plana me ye ku em careke din werin"

Serkan Aksariyê 42 salî yê ku ji Stenbolê hat Diyarbekirê anî ziman ku tevî germbûna hewayê, li cihên dîrokê yên li bajêr geriyane û gelekî ecibandine.

Aksari wiha got, "Kuçe û kolanên bajêr tije geştiyar bûn. Bi taybet hewşa Mizgefta mezin tije geştiyar bûn. Diyarbekir bi dîrok û gelê xwe bajarekî gelekî cuda ye. Plana me ye ku em careke din werin.

Serokê Komeleya Turizm û Otelvanan a Mêrdînê Ozgur Gurgor jî tekezî li wê yekê kir ku Mêrdîna dîrokî di salên dawîn de di warê turîzmê de gelekî geşe sitend û geşe bi zêdebûn didome.

Gurgor anî ziman ku bi taybet di tatîlê eydê de û di dawiya heftiyan de hema bêje rê di otelan de namîne û got, "Turîzma Mêrdînê êdî li ser 2 mehan dabeş bû. Di her serdemê de navenda geştiyaran e. Eyda Remezanê gelekî daxwaz hebûn, me ji bo gelek mêvanan cih pêde nekir. Eyda Qurbanê jî wisa bû."

Semra Erogluya ku ji Stenbolê hatiye li Mêrdînê bigere destnîşan kir ku ew xelkê Deryaya Reş e, hevjînê wê jî ji Trakyayê ye û hatine vî bajarê kevnare bibînin.

Erogluyê anî ziman ku wan Mêrdîn gelekî ecibandiye û got, "Em li gelek cihên weke dêr û medreseyan geriyan. Geşta me gelekî xweş destpê kir û wisa didome. Bê westan em dixwazin bigerin. Pêdivê hemî kes van deveran bibîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE