Tê texmînkirin ku li Kars, Erzurum û Ardahana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilî bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, dibe ku piştî nîvro bibe gurîniya ewran û li Erzurum , Kars û Ardahanê şilî bibare.
Hat ragihandin ku li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be.
Bi şev germahiya hewayê li Kars, Erzurum û Ardahanê 4, li Agiriyê 6, li Erzincanê 12 û li Îdirê jî 14 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Igdirê 31, li Erzincan û Agiriyê 24, li Karsê 22, li Ardahan û Erzurumê 20 pile be.AA