Li Bakirkoyê di malekê da 3 kes mirî hatin dîtin

Li gor agahiya ku hat hildan, bûyer li taxa Osmaniyeyê çêbû. Li ser îxbarê polês sewqî herêmê kirin. 

Li Bakirkoyê di malekê da 3 kes mirî hatin dîtin

 Li Bakirkoye navçeya Stenbolê li malekê jê yek zarok bi tevahî 3 kes mirî hatin dîtin. 

Li gor agahiya ku hat hildan, bûyer li taxa Osmaniyeyê çêbû. Li ser îxbarê polês sewqî herêmê kirin. 

Di kontrola li malê da jê yek zarok cenazeyê 3 kesan hat dîtin.

Li ser bûyerê avahî hat xalî kirin. Xebatên tîman didomin. 

Li ser bûyerê ji Qaymeqamtiya Bakirkoyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin:

"Tîmên polêsan serê sibê 06.45an li ser îxbarê derhal gihiştin ciyê bûyerê. Di lêgerîna li malê hat kirin da cenazeyên Z.D, B.D û A.D hatin dîtin. Ji ber behna li avahiyê belav bûbû tîmên KBRNyê hatin sewqkirin. Li gor tespîtên ewil sedama mirinan sîyanur e. Der barê bûyerê da lêpirsin dan destpêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE