Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li bakurê Iraqê li herêma Heftanînê eskerek û gundparêzek şehîd bûn.
Di daxuyaniya WPNyê da hat diyarkirin ku di operasyonên ku li bakurê Iraqê li herêma Heftanînê tên meşandin da bi terorîstan ra pevçûn derket û di encamê da eskerek û gundparêzek şehîd bûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ku di vê bûyera em xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest dan bike û herwiha em ji bo malbatên wan ên bikeder, Hêzên Çekdarên Tirk û miletê me yê esîl serxweşî û sebrê dixwazin."